Israîl: Şer berdewam e û îro jî agirbest nayê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Israîlê roja Çarşemê ragehnad, “Şer berdewam e û azadkirina revandiyan û destpêkirina agirbestê berî roja Înê nayê bicihanîn”.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Israîlê Tzachi Hanegbi ragehand, “Danûstandin ji bo azadkirina revandiyan berdewam in”. Herwesa amaje da, “Azadkirina revandiyan berî roja Înê nayê destpêkirin”.

Ajansa France Press ji zarê berpirsekê Israîlê ragehand, “Roja Pêncşemê şer bi Bizava Hemasê ya Filistînî re berdewam e û nayê rawestandin”.

Ev ragehandin piştî wê yekê tê ku dihat pêşbînîkirin îro roja Pêncşemê agirbesta çarrojî dest pê bike û di wê demê de revandiyên bin destê Hemasê û zîndaniyên zîndanên Israîlê bên azadkirin.

Xwe Nivîsîngeha Hikûmeta Israîlê jî derengî roja Çarşemê êvareke dereng rojnamevan vexwandin navendeke ragehandinê li Televîvê û taybet ji li ser mijara “vegerandina revandiyan” ku dê roja Pêncşemê piştî nîvro hatiba destpêkirin.

Israîl û Hemasê li ser agirbesteke çarrojî li hev kiriye û di wê demê de Bizava Hemasê dê 50 jin û zarokan ji nav wan revandiyên ku li Xezzeyê hatine girtin azad bike, herwesa Israîl jî dê 150 jin û zarokên Filistînî azad bike ku li zîndanên Israîlê hatine zîndanîkirin.