Qeter: Di çend seetên bê de agirbesta Xezzeyê diçe di warê bicihanînê de

Alaya Qeterê
Alaya Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê dibêje, “Danûstandinên girêdayî bicihanîna agirbesta mirovî ya Xezzeyê bi rengekî baş tên meşandin û di çend seetên bê de diçe di warê bicihanînê de”.

Îro roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragehand, “Danûstandinên Qeter û Misirê ji bo bicihanîna hûrkariyên pilana agirbesta mirovî ya Xezzeyê di navbera Hemas û Israîlê de berdewam in û bi rengekî erênî dimeşin”.

Bi gotina Ensarî, “Di dema çend seetên bê de agirbesta mirovî ya Xezzeyê diçe di warê bicihanînê de”.

Wekî ku Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê amaje daye, “Bizav bi Hemas, Israîl, Amerîka û Misirê re berdewam in ji bo piştrastbûnê ji bicihanîna bilez a wê agirbestê û dabînkirina her tiştekî pêdivî ji bo piştrastbûnê ji pabendiya herdu aliyan li ser wê lihevkirinê”.

Ev di demekê de ye ku doh roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Wezareta Derve ya Qeterê di ragehandinekê de eşkere kir, bi hevparî bi Misir û Amerîkayê re di navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta mirovî di navbera Israîl û Hemasê de û lihevguhertina hejmareke êxisîr û revandiyan serkeftî bûn.

Di wê ragehandinê de hatiye ku qonaxa yekê ya lihevkirinê azadkirina 50 revandiyan e ji aliyê Hemasê ve, li beranberî hejmareke jin û zarokên Filistînî ku li zîndanên Israîlê hatine zîndanîkirin.

Wezareta Derve ya Qeterê herwesa amaje da, di qonaxa bê de hejmareke din jî ya êxisrî û revandiyan dê li hev bên guhertin. Ew yek jî berçav kir, ev agirbest rêyê dide ku hejmareke zêdetir a karwanên mirovî û arîkariyên hawarhatinê biçin Xezzeyê.