Antony Blinken serdana Israîlê dike

Antony Blinken
Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyan ji maplera Axiosê re ragehand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken niyet e li destpêka heftiya bê serdana Israîlê bike, ji bo ku bi berpirsên Israîl û Filistînê re li ser şerê Xezzeyê danûstandinan bike.

Li gor wê malperê, giringiya serdana çarê ya Blinken ji bo Israîlê di wê yekê de ye ku serdana wî hevdemî bicihanîna agirbestê û lihevguhertina revandî û zindaniyan di navbera Israîl û Hemasê de ye.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehand, serê sibeha roja Çarşemê, Hikûmeta Israîlê deng da lihevkirina pêşniyarkirî ya azadkirina hindek girtiyên Xezzeyê.

Serokwezîrê Israîlê ragehand, “Hikûmetê qonaxa yekê ya wê lihevkirinê pejirand ku bi kêmî ve 50 jin û zarokên revandî di dema çar rojan de bên azadkirin”.

Malpera Axiosê herwesa amaje daye ku li dû wê lihevkirinê, Israîl dê rêyê bide ku zêdetir sûtemenî di rojên agirbestê de biçin nav Kertê Xezzeyê. herwesa ji zarê çavkaniyan ragehandiye, desthilatdarên Israîlê rêyê didin 300 balhilgirên hawarhatinê ku her roj di deriyê Refehê re biçin nav Xezzeyê.