Aydin Marûf: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya pêkhatan û pêkvejiyana neteweyan dike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan li Herêma Kurdistanê ragehand, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêxemetî pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê piştevaniyeke baş ji bo pêkhatan kiriye.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf li bajarê Dihokê di daxuyaniyekê de taybet ji K24ê re ragehand ku li parêzgeha Dihokê serdana pêkhatên Kildan, Siryan, Aşûrî, Êzidî û pêkhatên din jî kiriye, ji bo ku ji nêzîk ve haydarî rewşa wan bibe.

Aydin got, “Pêkvejiyaneke bihêz di navbera pêkhatan de li vî bajarî heye. Me gelek caran serdana wan kiriye, taybet navendên rewşenbîrî yên Kildan, Siryan û Aşûriyan û herwesa dibistanên wan li Dihokê”.

Herwesa got, “Ew pêkhatên Dihokê ji bo me li Herêma Kurdistanê giring in, lewma divê piştevaniyeke baş ji bo piroseya pêkvejiyanê bê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet kabîneya nehê gelek piştevaniya pêkhatan û pêkvejiyanê kiriye”.

Amaje da wê yekê jî ku, "Li Kurdistanê pêkvejiyaneke gelek baş heye, me çandên hev qebûl kirine. Çend ol û netewe li Herêma Kurdistanê hene û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her demekê zêdetir piştevaniya maf û piroseyên siyasî û pêkvejiyanê kiriye”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan li Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Em li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û kota jî wekî xwe tevlî piroseya hilbijartinan bibe. Me daxwaz jî kiriye ku hejmara kotayan bê zêdekirin û bi rengekî berfirehtir tevlî piroseya hilbijartinan bibin”.

Herwesa ragehand, “Di derheqa mijara kotayê de ku kiriye arêşeyeke siyasî û skala li dadgehê hatiye tomarkirin, me daxwaz ji Dadgeha Federalî kiriye ku ev skalaya li dijî kotayan hatiye tomarkirin bê redkirin ji ber ku kotayê taybetmendiya xwe heye”.

Ji aliyê Ziyad Cebar ê Serokê Firaksiyona YNKyê li gera pêncê ya Perlemana Kurdistanê û Amanc Necîb Şemon ê Endamê Kiristiyanan li Civata Parêzgeha Silêmaniyê ve, skala li dijî pênc madeyên qanûnî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin. Ew skala girêdayî hejmara kursiyên perlemanê, yek bazineyî û pirbazineyî yên hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayan li Perlemana Kurdistanê ne.