Belçîka.. Kurdek patiriyeke nû ya erebeyan çê dike

Belçîka (K24) – Dahênerekî Kurd li Belçîkayê cûnekî nû yê patiriyên erebeyan dahênaye û her zû kompaniyên mezin ên cîhanî, wekî Volkswagen û Audi û BMW peyman pê re çê kirine. Di pêngava yekê de, Yekîtiya Ewropayê arîkariya wî dahênerê Kurd dike û çend peymanek jî ji bo çêkirina kargehan li welatên Bulgarya, Romanya û Belçîkayê bi zêdetirî yek milyar Yoroyan çûye di warê bicihanînê de.

Pirofesor Newşîn Omer dahênerekî Kurd e û pêştir li Zanîngeha Brokselê Birêveberê Pişka Teknolojiyê bû. Ev dahênerê Kurd bi rêya Kurdistan24ê eşkere dike ku cûnekî nû yê patiriyên erebeyan dahênaye ku dosta jîngehê ye. Wî ew patirî bi rengekî çê kiriye ku di pêkhata wê de çi madeyên kîmyayî nînin û zirar ji bo tendirustiya mirovî jî nînin.

Dahênerê Kurd Newşîn Omer di derheqa dahênana xwe de ji K24ê re ragehand, “Ez gelek dilxweş im ku min kariye vê dahênanê bikim, ku dosta jîngehê ye û çi zirar ji bo welatiyan nînin”. Navbirî hêvîdar e ku ew dahênana wî di demeke nêzîk de bigehe Kurdistanê jî ji bo ku welatiyên Kurdistanê jî bikarin feydeyî jê werbigirin.

Biryar e li dawiya vê mehê bi amadebûna berpirsên Belçîka û Ewropayê kargeha çêkirina patiriya dosta jîngehê li Belçîkayê bi rengekî fermî bê vekirin. Di wê kargehê de, derfetên karî ji bo 50 kesan ji 25 neteweyên cuda cuda hatine peydakirin. Birêveberê wê kompaniyê Heym Omer ku ew jî Kurd e dibêje ku wan niyet e bi berfirehbûna wê kompaniyê re li paşerojê derfetên karî ji bo zêdetirî 120 kesan dabîn bikin.

Ev zanayê Kurd zêdetirî 10 salan li Zanîngeha Brokselê mamosta bû, li sala 2020ê bi rêya dahênan û zanist û behreyên xwe û bi arîkariya Yekîtiya Ewropayê karî kargeha patiriya dosta jîngehê çê bike, û niyet e li van nêzîkan kargehekê li Herêma Kurdistanê jî çê bike.

Ev cûnê patiriyan ku wekî “patiriya paşerojê” tê naskirin niha nekeftiye bazarî lê biryar e li sala 2025ê bikeve bazarî. Ev patirî wekî dosta jîngehê hatiye naskirin û tê pêşbînîkirin ku pêşwaziyeke zêde lê bê kirin.