Piştî ragehandina agirbestê Israîl peyamekê arasteyî xelkê Xezzeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Seet 7:00 ê sibeha îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, agirbesta navbera Hemas û Israîlê hat destpêkirin û dê ji bo dema çar rojan berdewam be.

Berî demeke kêm Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee di vî warî de peyamek arasteyî xwecihên Xezzeyê kir û tê de ragehand, “Hêşta şer bidawî nehatiye û agirbest ji bo meremên mirovî ye û demkî ye”.

Adraee ragehand, “Bakurê Xezzeyê devereke metirsîdar e û hatin û çûn qedexe ye”.

Herwesa ragehand, “Ji ber silametiya xwe, li Başûrê Xezzeyê bimînin”.

Ron jî kir, “Tenê çûna Başûrê Xezzeyê destûrdayî ye, bi çi rengekî vegeriyana ji bo Bakurê Xezzeyê destûrdayî nîne”.

Çarşema borî Hemas û Israîl li Xezzeyê gehiştin lihevkirinekê û agirbestek ji bo dema çar rojan ragehand, bi wî şertî ku Israîl 150 jin û zarokan ji zindanên xwe azad bike, li bernaberî azadkirina 50 jin û zarokên ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin, herwesa derbazbûna zêdetir arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê.

Doh roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê eşkere kir ku hejmara kuştiyan li Xezeeyê ji ber êrîşên Israîlê gehiştiye 14 hezar û 854 kesan, herwesa di nav wan kuştiyan de şeş hezar û 150 zarok û çar hezar jî jin in.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê herwesa amaje dabû ku hejmara birîndaran ji 36 hezar kesan boriye û sê parên wan jin û zarok in.

Herwesa got, “Zêdetirî heft hezar kesan ji ber êrîşên Israîlê li Xezzeyê winda ne”.