Îbrahîm Ehmed: Biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şandina 100 nexweşên Talasîmyayê bo derve biryareke giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Civata Bilind a Talasîmyayê ya Kurdistanê amajeyê dide wê yekê ku biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şandina 100 nexweşên Talasîmyayê bo derveyê Herêma Kurdistanê biryareke giring û dilxweşker e. Herwesa dibêje, “Hikûmeta Îraqê pirsa dermanan jî siyasî kiriye”.

Serokê Civata Bilind a Talasîmyayê ya Kurdistanê Îbrahîm Ehmed Mistefa taybet ji K24ê re ragehand, “Di demekê de ku Hikûmeta Îraqê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê birîne, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ku 100 nexweşên Talasîmyayê bişîne derve ji bo ku mejî ji bo wan bê çandin”. Herwesa ron kir, “Ew biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryareke dilxweşker e û malbatên nexweşên Talasîmyayê bi bihîstin û bicihanîna wê dilxweş in”.

Serokê Civata Bilind a Talasîmyayê ya Kurdistanê amaje da, “Nêzî çar hezar nexweşên Talasîmyayê li Herêma Kurdistanê hene û malbatên piraniya wan hejar in û ev çend sal in ku li benda biryareke wesa bûn, ku ji bo wan û hemî xelkê Herêma Kurdistanê giring e”.

Îbrahîm Ehmed behsa rewşa dermanan û helwesta Îraqê jî kir û got, “Rêjeya asinî di laşê nexweşên Talasîmyayê de zêde dibe, lewma divê ew derziyên Disvîral bi kar bînin, ku pêştir ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve ji bo Herêma Kurdistanê dihatin dabînkirin, lê ev şeş meh in ku dabînkirina wan ji aliyê Bexdayê ve hatiye rawestandin”.

Herwesa got, “Hikûmeta Îraqê xwe kertê tendirustiyê jî ku xizmetkariyeke mirovî ye siyasî kiriye, lewma rêjeya asinî di laşê nexweşên Talasîmyayê de li Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye û metirsî keftiye ser tendirustiya wan”.

Roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Fermangeha Medya û Zanyaran parve kiriye, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razîbûn li ser çarekirin û çandina mejî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku ji bo vê meremê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve hat raspartin ku rêkarên pêdivî bi merema çarekirina nexweşan li herdu welatên Tirkiye û Urdinê bidin ber xwe.

Ev di demekê de ye ku roja Yekşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser terxankirina nêzî sê milyar dînaran ji bo dabînkirina derman û pêdivîtiyên pizişkî ji bo nexweşên Talasîmyayê li parêzgehên Herêma Kurdistanê diyar kir.

Li Herêma Kurdistanê nêzî çar hezar nexweşên Talasîmyayê hene. Par, 19ê Gulana 2022ê, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5 milyon û 500 hezar dolar bi merema çandina mejiyê hestî ji bo 100 nexweşên Talasîmyayê li derveyî Herêma Kurdistanê hatin mezaxtin.