Pêdivîtiya zêdetirî du milyon kesan li Xezzeyê bi arîkariyên bilez heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bernameya Xwarinê ya Cîhanî parve kiriye ku pêdivîtiya zêdetirî du milyon û 200 hezar kesan li Xezzeyê bi arîkariyên bilez ên mirovî heye, taybet xwarinê û ava pakij.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ew yek jî diyar kir ku ji ber wê dorpêça giran a ku nêzî 50 rojan e Israîlê xistiye ser xezzeyê, bi sedan hezar kes li çadirgehên wê deverê di rewşeke xirab de ne û pêdivîtiya wan bi arîkariyê heye ji ber ku av û xwarinên wan bi çi rengan têra pêdivîtiyên wan nakin.

Tekez jî kir ku rewşa xwarinê li Xezzeyê nêzî heriftina bitemamî ye.

îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, agirbesta navbera Hemas û Israîlê hat destpêkirin û dê ji bo dema çar rojan berdewam be.

Çarşema borî Hemas û Israîl li Xezzeyê gehiştin lihevkirinekê û agirbestek ji bo dema çar rojan ragehand, bi wî şertî ku Israîl 150 jin û zarokan ji zindanên xwe azad bike, li bernaberî azadkirina 50 jin û zarokên ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin, herwesa derbazbûna zêdetir arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê.

Doh roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê eşkere kir ku hejmara kuştiyan li Xezeeyê ji ber êrîşên Israîlê gehiştiye 14 hezar û 854 kesan, herwesa di nav wan kuştiyan de şeş hezar û 150 zarok û çar hezar jî jin in.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê herwesa amaje dabû ku hejmara birîndaran ji 36 hezar kesan boriye û sê parên wan jin û zarok in.

Herwesa got, “Zêdetirî heft hezar kesan ji ber êrîşên Israîlê li Xezzeyê winda ne”.