Tirkiyê: Me 17 pêgehên PKKê li Gara, Matîna û Qendîlê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan 17 pêgehên PKKê li navçeyên Gara, Matîna û Qendîlê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di operasyonên asmanî yên ku li navçeyên Gara, Matîna û Qendîlê li dijî çeperên terorîstan hatin kirin de, 17 pêgehên PKKê hatin bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, Tirkiye “ji bo jinavbirina êrîş û gefên terorîstan” û parastina sînorên xwe, operasyona asmanî pêk aniye.

Peyamnêrê K24ê ragihand, firokeyên Tirkiyeyê duhî danê êvarê li ser sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê difiriyan.

Peyamnêrê me got, piştî demjimêr 20:00ê şeva borî, gundên çiyayên Qendîlê bi taybet şeş ​​gundên navçeyên Jarewa û Sengeserê hatin bombebarankirin, lê ziyanên wê heta niha ne diyar in.

Li gorî gotina welatiyan, dengê teqînan li nêzîkî gundên Bokrîskan, Zernekêw û Bolê hatiye bihîstin.