Li Hewramanê rêjeya tundiya li hember jinan nêzî ji sedî sifir e

Helebce (K24) – Amarên salane yên tundûtûjiya li dijî jinan li Hewramanê sifir e yan jî nêzîkî sifirê ye. Piraniya jinên Hewramanê xwedî kar in û mêran jî derfetên kar ji wan re peyda kirine.

Jinên navçeya Hewramanê ya li parêzgeha Helebceyê bi şiyanên xwe bawer in û di piraniya karan de alîkariya mêran dikin yan jî bi xwe kar dikin.

Li her derê tê gotin ku jin nîvê civakê ye, lê li Hewramanê ev dirûşm bi çavan tê dîtin. Seroka Zanîngeha Helebceyê Dr.  Mehabad Kamil dibêje: “Jêhatbûn û bixwebaweriya jinên Hewramanê û baweriya mêran bi şiyanên wan, bûye sedem ku rêjeya tundiyê li hember pir kêm bibe û jin li kêleka mêran kar bikin.”

Dr. Mehabad ji K24ê re got: "Li vir jin ne tenê li pişt perdê ne, lê bi mêr, bav û birayên xwe re bûne xwedî biryar. Hem jin bi xwe bawer in û hem jî mêr bi şiyan û hêza jinan bawer in.”

Her sal amarên tundûtûjiya li dijî jinan li Hewramanê nêzîkî sifirê û çend salan jî sifir bû. Bi giştî li nava malbatê û li saziyên fermî jî rêz li jinan tê girtin.

Berdevkê Polîsên Helebceyê Barzan Osman sedema hişyarbûna xelkê Hewramanê diyar dike û dibêje: “Dibe ku li herêmê çend bûyerên tundiyê hebin, lê li Barzan Osman qet kuştina jinan çênebûye. Îsal û salên borî jî ti bûyerek kuştina jinan li herêmê nehatiye tomarkirin.”

Herwiha got jî: “Ev yek ji ber asta çanda xelkê Hewramanê ye ku jin di warên jiyanê de hevpar in û beşdara sereke ya biryardanê ne.”