Jinên Kurd: Em ji ber nasnameya xwe ya neteweyî jî rastî tundiyê tên

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Hember Jinan de, li Diyarbekirê partiyên siyasî û rêxistinên jinan bi daxuyaniyan tundî şermezar kirin. Jinên kurd bal kêşandin ku ji ber nasnameya xwe ya neteweyî jî jinên kurd rastî tundiyê tên. Jinan bang kirin ku divê nêrîna çewt a li ser jinan were guherîn û hemû qadên jiyanê de jin bêhtir rol bilîzin.

Di 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Hember Jinan a Cîhanî de li Diyarbekirê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal hate kêşan ku li gel hemû bangewazî û çalakiyan tundiya ser jinan bi dawî nabe û li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê buyerên wek qetilkirina jinan berdewam in. Di vê çarçoveyê de Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê jî çalakiyek li dar xist û hat amajekirin ku hem barê jinan giran e û hem jî rastî tundiyê tên ku dema nasnameya wan a neteweyî kurd be ev rewş dijwartir jî dibe.

Endama Rêveberiya HAK-APARê ya Diyarbekirê Berîn Eren ji K24ê re got: “Em ji ber jinbûna xwe û ji ber kurdbûna xwe rastî tundiyê tên. Mafek din jî ê me heye ku tê binpêkirin ku mafê zimanê kurdî ye. Jin ji hemu beşên civakê ve rastî tundiyê tên, em dixwazin ev yek bi dawî bibe.”

Li Diyarbekirê çalakiyek jî ji aliyê Platforma Jinan a Dijberê Tundiyê hat li darxistin ku di daxuyaniyê de jinan anîn zimên  divê êdî dawî li wê hişmendiya ku jinê ji çavên mêran pênase dikin û dixwazin dîzany bikin were girtin. Di daxuyaniyê de wêneyên keça Kurd Mehsa Amînî ji cih girtin.

Berdevka Platforma Jinan a Dijberî Tundiyê Meral Balkaş dibêje: “Ez dibêjin rizgarbûna jinan ji vê pergalê bi rêya xwendinê ye. Ez bang dikim ku bila jin giraniyê bidin xwendinê û bila dest ji xwendinê bernedin.”

Di navbera 2010 - 2020î de ji 4 hezarî zêdetir, 10 mehên îsal de jî ji 250 zêdetir jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Jin jî bang dikin ku yasa ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan bi awayeke bibandor bên cîbicîkirin.