Berdevkê HEZKURDê: Divê karsaz û dewlemendên Kurd dibistanên taybet ên Kurdî vekin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê HezKurdê radigihîne, niha jî pişaftina zimanê gihîştiye astekê ku divê hemû partî û rêxistinên sivîl ên Kurdan, zimanê Kurdî bikin rojeva xwe ya yekem.

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî derbarê rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û astengiyên li pêş Kurdî de, bû mêvanê bultana K24ê got: “Em spasiya Kurdistan24ê dikin ku her tim bi erk û rola xwe li hember pirsa zimanê Kurdî radibe.”

Celalî amaje bi wê yekê kir: “Ji dema avabûna dewleta Tirkiyeyê, bi awayekî sîstematîk pişaftina zimanê Kurdî hatiye kirin. Heta niha statuya zimanê Kurdî nayê nasîn.”

Got jî: “Di dema dawî de û ji ber guvaşên Ewropayê, dewletê mafê waneyên bijarte da, lê ev ji bo neteweya Kurd ku hejmara wê zêdetir ji 30 milyon kes e, dayîna 2 demjimêran ji bo zimanê Kurdî, wek heqaretekê ye.”

Destnîşan kir jî, “Heta niha partiyên Kurdî kar ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî wek ku tê xwastin nekirine, niha jî pişaftin gihîştiye astekê ku di hemû partî û rêxistinên sivîl ên Kurdan, zimanê Kurdî bikin rojeva xwe ya yekem, bi taybet ku li gorî gelek rapirsiyan, ji sedî 85 ji gel daxwaza fermîbûna zimên dike.”

Amaje bi rola medyaya Kurdî û kompanyayên saziyan bo zimanê Kurdî kir û got, dewletê ku pêştir salê mamosteyek yan du mamoste ji bo zimanê Kurdî tayîn dikir, lê piştî rola kampanyayên saziyan, medyayê Kurdî û civakî, îsal 50 mamoste tayîn kirin.

Celalî amaje bi rola şaredariyan jî kir û got, şaredarî di gelek kar û barên xwe de serbixwe ne û dikarin navên tax û kolanan û encûmenên xwecihî biguhêrin û tabeleyan bi zimanê Kurdî deynin û dikarin bi saziyên xwe de bi du zimanî tevbigerin.

Herwiha Berdevkê HEZKURDê bang li karsaz û dewlemendên Kurd kirin ku destpêşxer bin û dibistanên taybet ên zimanê Kurdî vekin.