Aydin Marûf: Kabîneya Nehem her tim piştgiriya pêkhateyan kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarê Pêkhateyan dibêje, Kabîneya Nehem hertim piştevanê pêkhateyan bûye û daxwaz ji Dadgeha Federalî dike ku giliyê li ser hejmara kursîyên pêkhateya Tirkmenan red bike.

Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarê Pêkhateyan Aydin Merûf îro 26ê Mijdarê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Patriyerk û Serokê Dêra Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.

Merûf got: “Serdana Luîs Sako piştgiriyeke mezin e ji bo pêkvejiyana gelan. Niha pêwîstiya me bi piştevaniyeke mezintir heye ji bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera netewe û olan de li Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Kabîneya Nehem hertim piştevaniya pêkvejiyana di navbera pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî yên Herêma Kurdistanê de kiriye. Ev pêkvejiyan ji bo her kesî gelekî girîng e.”

Diyar kir jî, “Civîneke taybet ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser yasaya hilbijartinan û kursiyên pêkhateyan heye. Gilîkirina li hember pêkhateyan û kotayê çewt e, ji ber ku kota atmosfereke wê ya taybet heye û divê her kes piştgirî bide wê. Hebûna pêkhateyan ji bo bihêzkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e”

Marûf bang li Dadgeha Federal kir ku giliyên li ser kotaya pêkhateyan red bike, ji ber ku wekî ku dibêje, “her biryarek li dijî kotayê, dê bandorek neyînî bike. Her biryarek ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve derkeve jî, divê rewşa Iraqê û rewşa siyasî ya herêmê li ber çavan bigire.”

Ew gilî li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazine û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike. Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.

Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.