Li Stenbolê bajarê Wanê tê nasandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê çalakiyek ji bo nasandina bajarê Wanê tê kirin û ji bo dema çar rojan berdewam dibe.

Federasiyona Komeleyên Wanê çalakiyek ji bo nasandina bajarê Wanê li Stenbolê çê kiriye ku dê ji bo dema çar rojan berdewam bibe.

Di vê çalakiyê de, bajarê Wanê bi xwarin û çanda xwe ve di van çar rojan de li Stenbolê tê nasandin.

Ji aliyekî ve dengbêjên Wanê li Stenbolê bala xelkî bi stiran û lawikên xwe dikêşin. Ew dixwazin hem Wanê û hem jî dengbêjiya Wanê ji bo xelkî bidin nasandin.

Dengbêjek dibêje, “Em Wanê û dengbêjiya wê didin nasandin. Bajarê me bajarekî gelek dewlend e. Dengbêjî jî koka çand û hunera Kurdî ye. Berî çend sed salan, kitêb û qeyd û internet û medyaya civakî nebûn. Niha di derheqa Kurdîniyê de em çi bizanin, ew hemî bi xêra dengbêjên me û gotinên wan e ku heta îro mane”.

Li aliyekê din xwarinên cuda cuda yên Wanê jî tên dîtin ku nêzî 40 cihên Wanê tevlî vê çalakiyê bûne û berhemên xwe nîşan didin.

Xwediyekî berhemên xwarinê dibêje, “Me berhemên Wanê anîne. Dayik û xûşkên me Havînan diçin zozanan û tam şeş mehan dimînin û van pêxwarinan çê dikin. Zozanên me jî gelek gelek dûr in, erebe jî naçin wan deran”.

Ev çalakî ji aliyê Federasiyona Komeleyên Wanê ve hatiye rêkxistin. Di vê çalakiyê de, bajarê Wanê bi xwarin û çanda xwe ve di van çar rojan de li Stenbolê tê nasandin.