Artêşa Israîlê Balafirxaneya Dîmeşqê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Careke din artêşa Israîlê Balafirxaneya Dîmeşqê bombebaran kir û geştên wê yên asmanî rawestandin.

Li gor zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, piştî çend seetan ji destpêkirina geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Dîmeşqê, careke din geştên wê yên asmanî ji ber bombebarana artêşa Israîlê hatin rawestandin.

Rewangehê ew yek jî piştrast kir ku teqîneke din jî li Balafirxaneya Serbazî ya Mezeyê li aliyê din ê paytextî hatiye bihîstin.

Ji 22ê Cotmehê ve, ji ber êrîşên Israîlê ku rêya serekî ya firînê ya balafirxaneya welatê Sûriyeyê kiriye armanc, tevaya geştên asmanî li balafirxaneya wî welatî hatine rawestandin.

Herwesa êrîşên hevdem ên eynî rojê Balafirxaneya Navneteweyî ya Helebê jî ji kar xistiye, vê yekê jî wesa kiriye ku Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê hemî geştan ji bo Balafirxaneya Laziqiyeyê veguhêze.

Serê sibeha îro roja Yekşemê, wê balafirxaneyê dest bi karê xwe kiriye, piştî ku ji bo dema zêdetirî mehekê geştên wê hatibûn rawestandin. Ji destpêşa şerî li sala 2011ê ve, Israîlê bi sedan êrîşên asmanî kirine ser Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê û komên nêzî Tehranê kirine armanc ku Hizbulaha Libnanî jî yek ji wan e.

Ji wê demê ve ku Bizava Hemasê li 7ê Cotmehê êrîşeke ji nişkê ve kir ser Israîlê û paştir Israîlê bi rengekî giran êrîşî Xezzeyê kir, Israîl li ser armanckirina Sûriyeyê berdewam e.