Sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sê mijaran diçe Bexdayê

Serdana Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê - 17/10/2023
Serdana Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê - 17/10/2023

Bexda (K24) – Biryar e sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi Serokwezîrê Îraqê re bicive û danûstandinan li ser sê mijaran bike.

Îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragehand ku sibe şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike, ku ji Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah û Sikirtêrê Civata wezîran Amanc Rehîm pêk hatiye.

Peyamnêrê K24 amaje da ku ew şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û dê danûstandinan li ser sê mijaran girêdayî mûçeyan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.

Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî fermî daxwaz kiribû, biryar bû ku Bexdayê 700 milyar dînar ji bo mûçeyên mehên 10 û 11 û 12 yên îsal şandiban. Peyamnêrê K24ê eşkere kir ku ew şand dixwaze çarenivîsa mûçeyên wan sê mehan bi Serokwezîrê Îraqê re yekalî bike.

Herwesa şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi Serokwezîrê Îraqê re danûstandinan li ser edilandina qanûna budceya giştî bike.

Mijara sêyê jî ku ew şand danûstandinan li ser bike doza dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.

Zêdebarî wê yekê jî, biryar e heftiya bê şandeke Wezareta Samanên Xwezayî jî serdana Bexdayê bike ji bo ku bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re berdewamiyê bide danûstandinên xwe yên li ser eynî dozê.