Israîl bi şertekî agirbesta mirovî dirêj dike

Hejmareke welatiyên Israîlî li benda vegeriyana kesûkarên xwe ne ku Hemasê revandine
Hejmareke welatiyên Israîlî li benda vegeriyana kesûkarên xwe ne ku Hemasê revandine

Navenda Nûçeyan (K24) – Israîl amade ye li beranberî azadkirina 40 revandiyên welatê xwe çar rojên din jî agirbestê dirêj bike.

Li gor zanyarên rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî, danûstandin ji bo azadkirina 40 welatiyên Israîlî berdewam in.

Biryar e di çend seetên bê de hejmareke din a revandiyan ji aliyê Hemasê ve bê azadkirin, li beranberî wê yekê Israîl jî dê hejmareke din a girtiyên Filistînî azad bike.

Li gor wê lîsta ku Israîlê pêşkêş kiriye, di qonaxa sêyê de welatiyên Amerîkayî dê di nav azadkiriyan de bin.

Agirbesta navbera Hemas û Israîlê ya çar rojî li 24ê Mijdara 2023ê dest pê kir û azadkirina revandiyên Israîlî û zindaniyên Filistînî berdewam e.

Roja 22ê Mijdara 2023ê, Wezareta Derve ya Qeterê di ragehandinekê de eşkere kir, bi hevparî bi Misir û Amerîkayê re di navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta mirovî di navbera Israîl û Hemasê de û lihevguhertina hejmareke êxisîr û revandiyan serkeftî bûn.