Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê ve birê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku li ser mûçe, sererastkitina yasayên budce, petrol û gazê bi Serokwezîrê Iraqê re bicive, serdana Bexdayê dike.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro û Şêwirmendê di Encûmena Wezîran de Xalid Hadî Çawişlî pêk tê, îro 27ê Mijdarê ber bi Bexdayê birê ket.

Diyar kir jî, “Biryare şande bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sererastkirina yasaya budceyê û proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike.”

Duhî jî Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah jî di daxuyaniyekê de got: "Em ê sibe li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicivin û li ser mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.”

Herwiha got: “Em hewl didin di bin rênmayên Serokwezîr de, mafên darayî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.”