Elon Musk li Xezzeyê bi Netanyahu re tê dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Milyardêrê Amerîkayî û Xwediyê Tora Civakî ya “X”ê Elon Musk bi Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re li Xezzeyê hat dîtin.

Li gor ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Israîlê, îro Netanyahu bi Milyardêrê Amerîkayî û Xwediyê Tora Civakî ya “X”ê Elon Musk re geriyanek li nav deverên derdora Xezzeyê kir.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Israîlê di wê ragehandinê de ew yek jî eşkere kiriye ku Netanyahu cihê komkujiya Kîbotsê ya 7ê Cotmehê nîşa Musk daye, herwesa serdana malbata Evcîl Îdanî yê 4 salî kir ku daybabên wî ji aliyê Hemasê ve hatine kuştin û doh Yekşemê di agirbesta mirovî ya Xezzeyê de hat azadkirin.

Li gor peyameke Elon Musk, pêştir jî wî û Netanyahu li 18ê Îlona borî li Kalîforniyayê hev dîtibû û li wê derê danûstandin li ser wekhevî û dîtina azad û dijatîkirina gotarên req û kerb û kînê kiribû.