Peyamnêrê K24ê: Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sûdanî re bidawî hat

Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî
Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re bidawî hat û niha ew şand bi Şanda Teknîkî ya Hikûmeta Federalî re di civînê de ye.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, peyamnêrê K24ê ragehand ku civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bidawî hat û civîna wê şandê bi Şanda Teknîkî ya Hikûmeta Federalî re berdewam e.

Herwesa îro seet 3:10ê piştî nîvro, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina civîna wê şandê bi Serokwezîrê Îraqê re ragehandibû.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma kurdistanê ragehand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Şêwirmendê Civata Wezîran Xalid Hadî Çawişlî ber bi bajarê Bexdayê ve bi rê keft”.

Pêştir peyamnêrê K24ê li ser ecêndaya civîna wê şandê bi Sûdanî re ragehandibû, “Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî fermî daxwaz kiribû, biryar bû ku Bexdayê 700 milyar dînar ji bo mûçeyên mehên 10 û 11 û 12 yên îsal şandiban. Ew şand dixwaze çarenivîsa mûçeyên wan sê mehan bi Serokwezîrê Îraqê re yekalî bike”.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi Serokwezîrê Îraqê re danûstandinan li ser edilandina qanûna budceya giştî bike.

Mijara sêyê jî ku ew şand danûstandinan li ser bike doza dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.