Qeter: Du rojên din agirbest li Xezzeyê tê dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja çarê û dawiyê ya agirbesta mirovî ya navbera Israîl û Hemasê ye lê bi navbeynkariya Qeterê ji bo dema du rojên din jî hat dirêjkirin.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, bi navbeynkariya Qeterê agirbesta mirovî li Xezzeyê ji bo dema du rojên din jî hat dirêjkirin. Herwesa Bizava Hemasê jî dirêjkirina agirbestê tekez dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî li ser tora civakî ya “X”ê amaje da, dewleta Qeterê di çarçoveya wê navbeynkariya berdewam a navbera Israîl û Hemasê de li hev kiriye ku agirbesta mirovî li Xezzeyê ji bo dema du rojên din jî bê dirêjkirin.

Ev jî di demekê de ye ku îro roja çarê û dawiyê ya agirbesta navbera Israîl û Hemasê ye ku di çarçoveya wê de bi dehan revandî û zindanî hatin azadkirin û hejmareke zêde ya barhilgirên arîkariyên mirovî jî derbazî Xezzeyê hat kirin.

Bizava Hemasê jî şeva borî ragehand ku bizavê dike dema agirbestê dirêj bike, bi merema azadkirina zêdetir girtiyan wekî ku di lihevkirina agirbestê de hatiye.