Peyamnêrê Kudistan24ê: Sûdanî pêşniyara Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna Civata Wezîran de berçav dike

Bexda (K24) – Peyamnêrê K24ê li Bxdayê ragehand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza sê 700 milyar dînarên din ji Hikûmeta Îraqê kiriye, herwesa daxwaz kiriye mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji xerciyên rasteqîne bên cudakirin”.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan li Bexdayê ragehand, “Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re nêzî seet 3:00 ê êvarê dest pê kir û seetekê vekêşa, paşî Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tîma Teknîkî ya Hikûmeta Îraqê re dest pê kir û heta niha berdewam e”.

Peyamnêrê K24ê got, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rengekî fermî daxwaz ji Sûdanî kiriye ku sê mûçeyên din ji bo Herêma Kurdistanê bişîne, yanî sê pişkên din ên 700 milyar dînarî, ji bo ku mûçeyên mehên 10 û 11 û 12 yên mûçexurên Herêma Kurdistanê parve bike, heta li ser edilandina qanûna budceyê bigehin lihevkirineke siyasî”.

Dîlan Barzan herwesa got, “Herêma Kurdistanê daxwaz dike mûçeyên mûçexurên wê ji xerciyên rasteqîne bên cudakirin, herwesa daxwazê dike mijara nehatina mûçeyan bidawî bê, û heta radeyekî hevfehimandineke baş di navbera Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê de hebû”.

Peyamnêrê K24ê amaje da, “Sûdanî dê wan daxwaziyên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna Civata Weîzrên Îraqê de berçav bike, û ji bo ku biryar li ser bê dan ka bi çi mîkanîzmekê wan sê mûçeyên ku mane ji bo Herêma Kurdistanê bişîne”.

Dîlan tekez kir, “Hêşta Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tîma Teknîkî ya Hikûmeta Îraqê re berdewam e, armanca serekî ya vê civînê jî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye. Herwesa biryar e heftiya bê şandeke Wezareta Samanên Xwezayî jî serdana Bexdayê bike ji bo ku bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re bicive”.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma kurdistanê ragehand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Şêwirmendê Civata Wezîran Xalid Hadî Çawişlî ber bi bajarê Bexdayê ve bi rê keft”.