Yoav Gallant: Piştî bidawîhatina agirbestê em dê êrîşî tevaya Kertê Xezzeyê bikin

Yoav Gallant
Yoav Gallant

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê radigehîne, “Piştî bidawîhatina agirbesta mirovî, êrîşên artêşa Israîlê li ser Kertê Xezzeyê dê tundtir bin û dê deverê hemiyê vebigirin”.

Îro roja Duşemê, 27ê mijdara 2023ê, Rojnameya Haaretzê parve kiriye ku Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant serdana serbazên welatê xwe li Kertê Xezzeyê kiriye.

Gallant got, “Piştî bidawîhatina agirbesta mirovî, êrîşên artêşa Israîlê li ser Kertê Xezzeyê dê tundtir bin û dê deverê hemiyê vebigirin”.

Herwesa got, “Heta karê me li Kertê Xezzeyê temam nebe, em destan jê bernadin”.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, bi navbeynkariya Qeterê agirbesta mirovî li Xezzeyê ji bo dema du rojên din jî hat dirêjkirin. Herwesa Bizava Hemasê jî dirêjkirina agirbestê tekez dike.

Ev jî di demekê de ye ku îro roja çarê û dawiyê ya agirbesta navbera Israîl û Hemasê ye ku di çarçoveya wê de bi dehan revandî û zindanî hatin azadkirin û hejmareke zêde ya barhilgirên arîkariyên mirovî jî derbazî Xezzeyê hat kirin.