Çîn: Serxwebûna Taywanê yanî şer

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Çînê ragehand, “Pekîn ji bo hevgirtina berfireh bi Taywanê re amade ye, lê çi çalakiyekê qebûl nake ku armanca wê serxwebûna Taywanê be”.

Îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Berdevkê Nivîsîngeha Karûbarên Taywanê ya girêdayî welatê Çînê Chen Binhua ragehand, “Pekîn ji bo hevgirtina berfireh bi Taywanê re amade ye, lê çi çalakiyekê qebûl nake ku armanca wê serxwebûna Taywanê be”.

Binhua haydarî jî da ku her çalakiyeke ji wî rengî bi manaya şerî tê û tekez kir, “Ez we piştrast dikim ku serxwebûna Taywanê yanî şer”.

Amaje da wê yekê jî ku Pekîn ji wan hêzan qebûl nake û lê nabore yên ku daxwaza serxwebûna Taywanê dikin.

Ev gefa Çînê bersivek bû ji bo gotinên hindek siyasetvanên Partiya Pêşkeftinxwaz a Demokrat li Taywanê ku piştevaniya serxwebûna Taywanê dikin.

Çîn Taywanê wekî parek ji axa xwe dizane, zêdebarî wê yekê ku hikûmet heye û binemrî desthilata Pekînê nîne.