Selahattîn Demîrtaş stranek li ser Tahîr Elçî çêkir

Tahir Elçî
Tahir Elçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahettîn Demîrtaş di salvegera kuştina Tahîr Elçî de strana li ser Tahîr Elçî çêkir û hat parvekirin. Strana ji aliyê hunermend Mercan Argunaga ve hat xwendin li ser Youtubê hat parvekirin.

Selahettîn Demîrtaşê ku ji 4ê Mijdara 2016an ve di Girtîgeha Edîrneyê de ye, piştî nivîskariya xwe, vê carê jî aliyê xwe yê muzîkê nîşan da.

Selahettîn Demîrtaş di girtîgehê de stranek bo Tahîr Elçiyê ku dema Serokê Baroya Diyarbekir bû hatibû kuştin, çêkir.

Navê stranê “Elçiye Agit” ango “Giriyanek Bo Elçî” ye û gotin û muzîka wê ya Selahettîn Demîrtaş e. Stran ji aliyê Muzîkjen Mercan Argunaga ve hatiye gotin û bi teybetî jî di 8. Salvegera Kuştina Tahîr Elçî de, bi rêya Youtubê hat parvekirin.