Wezîra Derve ya Fransayê: Em dixwazin agirbesta li Xezzeyê bidome

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Fransayê radigihîne, ew dixwazin agirbesta li Kerta Xezzeyê berdewam bike.

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna îro 28ê Mijdarê li perawîza Lûtkeya NATO’yê li Brûkselê ji K24ê re ragihand, pêwîstî bi agirbesteke demdirêj li Xezzeyê heye.

Colonna tekezî li ser wê yekê jî kir, “Divê Îsraîl di çarçoveya parastina xwe de, rêzê li yasayên navneteweyî bigire.”

Agirbesta çar rojî ya di navbera Hemas û Israîlê de, li 24ê Mijdarê dest pê kir û roja 27ê Mijdarê jî bi navbêkariya Qeterê, agirbest bo 2 rojên din hat dirêjkirin.

Di çarçoveya vê agirbestê de jî, heta niha zêdetirî 50 dîlên Îsraîlî û 150 girtiyên Filistînî serbest hatine berdan.

Di 7ê Cotmeha borî de Hamasê êrîşî Îsraîlê kir, di encamê de zêdetirî ji 1400 Îsraîlî hatin kuştin û zêdetirî 1000 kesên din jî birîndar bûn û zêdetirî 240 jî dîl girtin.

Herwiha ji ber êrîşên Îsraîlê jî, zêdetir ji 14 hezar û 850 kes hatin kuştin ku di nava wan de 6 hezar û 150 zarok û 4 hezar jin hene.