Futoshi Matsumoto: Pêwîst e Herêma Kurdistanê xwe bispêre aboriya sektora taybet

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Japonê li Iraqê radigihîne, pêwîst e Herêma Kurdistanê di paşerojê de pişta xwe bi sektora taybet ve girê bide û divê şoreşekê di hizra giştî ya klasîk de bê kirin, da ku xwe bi sîstema nû ya cîhanî re biguncîne.

Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto îro Sêşemê (28.11.2023) ji K24ê re ragihand, ew bi salan e weke yek ji pisporên kar di Wezareta Derve ya Japonê de, çavdêriya rewşa Kurdistanê dike.

Matsumoto got: “Kurdistanê rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye, ji ber ku 30-40 sal berê tiştekî we tunebû, hûn bindest bûn û azadiya we tunebû. Piştî wan 30 salan, êdî hûn dewlemend in, aramiya we heye. Bêguman hinek pirsgirêkên we hene, lê xelkê vê derê, bi taybetî serkirdayetî we dizanin wan pirsgirêkan çareser bikin û ez jî gelek piştgirî dikim.”

Herwiha got, wî berî du mehan serdana Helebceyê kir û ji bihevçûna xelkê Helebce û Hîroşîma û Nakazakî matmayî maye. Ew di wê baweriyê de ye ku divê her du alî, dîroka xwe ji bîr nekin, nemaze karesata ku hatiye serê wan, ku divê careke din dubare nebe. Ev dersa dîrokê ye, divê gelê Japonya û Kurdistanê ji van dersên dîrokî û trajîk dersê bigirin.”

Balyozê Japonê li Iraqê da zanîn, saziyeke sivîl a Japonî ya bi navê IV piştî dagîrkirina navçeyên DAIŞê, zêdetir ji 30 dibistan li Herêma Kurdistanê bi taybet derdora Hewlêrê ava kirine, ku piraniya wan ji bo zarokên penaberên Neynewayê ne.

Her wiha got, hikûmeta Japonê salen korsên xwendinê ji xwendekarên Iraqî bi giştî û di nav de jî xwendekarên Kurdistanê jî re, pêşkêş dike, lê ew hejmar gelekî kêm e. Ez hez dikim bêtir xwendekarên kurd li Japonyayê bibînim.”

Derbarê çandinî û avdanê de jî Balyozê Japonê got, îsal wan santrala hîdroelektrîkê ya Dêrelûkê ava kiriye, ku santralek mezin e. Niha jî ew bi Hewlêr û Bexdayê re di şêwirê de ne, ji bo terxankirina pereyan ji bo projeya ava kanalîzasyonê ya Hewlêrê, ku ev jî projeyeke mezin e. Herwiha got: “Em dixwazin pere ji bo wê terxan bikin, lê divê Kurdistan bûdceya xwe ji Bexdayê werbigire. Ez daxwazê ​​ji serkirdayetiya we dikim ku bi Bexdayê re gotûbêjê bikin.”

Tekez kir jî, wan li Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê ji bo dabînkirina avê gelek kar kirine û got: “Em dixwazin pisporên çandiniyê bînin Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Kurdistanê li Hewlêrê, da ku bizanin ka kîjan berhemên çandiniyê ji bo hinardekirina welatên derve, ji Kurdistanê re guncaw in.”

Matsumoto got: “Armanca stratejîk a sereke ya Kurdistanê û belkî jî Iraqê ew e ku ji aboriya sektora giştî yak u pişta xwe bi petrolê girê dide, veguhere aboriyekê ku pişta xwe bi sektora taybet ve girê bide.”

Balyozê Japonê li Iraqê dibêje: “Pêdiviya we bi gelek pisporî û zanînê heye, ji bo veguhertina vê sîstema aborî bo sîstemeke nû. Ji bo bidestxistina wê yekê, bi baweriya min guhertina têgihiştin û nêrîna xelkê girîng e.”