Berhemê îsal ê hingivînî li Herêma Kurdistanê 350 ton e

Hingivînê Kurdistanê hinardeyî derveyî welatî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê ragehand, îsal li Herêma Kurdistanê 350 tonên hingivînî hatine berhemanîn û li van nêzîkan hinardeyî derve tê kirin.

Serokê Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî ji K24ê re got, “Li beranberî sala borî ku berhemê hingivînî nêzî hezar û 100 tonan bû, berhemê hingivînî yê îsal kêm bûye. Îsal 350 tonên hingivînî hatine berhemanîn. Yanî li beranberî sala borî, 50% kêm kiriye ji ber ku werzê barîna baranê yê dirêj li Kurdistanê bandoreke nerênî li ser rêjeya berhemê hingivînî hebû”.

Arif Şêrwanî herwesa ragehand, “Em çend caran bi Nivîsîngeha Serokwezîrî re civiyan, me danûstandin li ser hinardekirina berhemê hingivînî bi hevahengiya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Pilan ew e ku di demeke nêzîk de hingivînê Kurdistanê hinardeyî derveyî Herêma Kurdistanê bê kirin, ev jî ji bo berbazarkirinê û wekî hêsankarî ji bo mêşvanan ku bikarin bi hêsanî berhemê xwe bişînin derve”.

Herwesa eşkere kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekarî û erkê hinardekirinê xistine ser milê xwe ji bo ku çi asteng ji mêşvanan re çê nebin. Ji bilî wê yekê jî, bazar ji bo wan peyda kiriye û amade kiriye”.

Serokê Tora Mêşvanan got, “Wekî pareke nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemerengkirina aborî û piştevanîkirina kertê çandinê, Tîma Nivîsîngeha Serokwezîrî bi hevahengiya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê di Çileya îsal de lêkolîneke baş ji bo hingivînî kir û wekî yek ji berheman ji bo hinardekirinê di îsal de hilbijart. Tîma Nivîsîngeha Serokwezîrî bi hevpariya kompaniyeke navxwe ji bo peydakirina mêşvanan û bazarên navdewletî ji bo hingivînê Kurdistanê kar kir”.

Arif Şêrwanî ron kir jî, “Ji bo piştrastbûnê ji kalitî û pabendbûna hingivînê Kurdistanê bi standardên navdewletî, proseya pişkinînên peywendîdar hatiye kirin û pêngava yekê ya ceribandinê li meha Şibata 2023ê li Ezmûngeha NLRC ya Îmaratê bû, pêngava duyê jî li Cotmeha 2023ê li Ezmûngeha SGS ya Îmaratê bû”.

Li gor zanyarên Tora Mêşvanên Herêma Kurdistanê, nêzî 15 hezar mêşvanan li Herêma Kurdistanê hene. Arif Şêrwanî amaje da ku wekî mêşvan tevlî zêdekirina berhemê navxwe û hemerengkirina wî bûne û ew jî wekî pilana kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.