Koma G7ê daxwaza dirêjkirina agirbesta Xezzeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên Derve yên Koma G7ê daxwaza dirêjkirina agirbesta Xezzeyê dikin, ji bo zêdekirina arîkariyan û wekî hêsankarî ji bo azadkirina bêşert a tevaya girtiyan.

Wezîrên derve yên Koma G7ê di ragehandineke hevpar de tekez kir, pêdivî ye hêsankarî ji bo derkeftina tevaya welatiyên biyanî ji Kertê Xezzeyê bên kirin.

Herwesa got, “Divê hemî bizav ji bo peydakirina piştevaniya mirovî ji welatiyên sivîl re bên kirin, wekî xwarin, av, sûtemenî û pêdivîtiyên pizişkî”.

Tekez jî kir, “Em piştevaniya dirêjkirina vê agirbestê û agirbestên bên dikin”.

Ji bo karkirina bi hemî hevparên Rojhilata Navîn re ji bo rêgirtina li mezinbûna hevrikiyan û damezrandina dewleteke Filistînî li ser bingeha çareseriya dudewletiyê, Koma G7ê pabendbûna xwe tekekz kir.

Ji aliyekî din ve Wezîrên Derve yên Koma G7ê daxwaz ji Hûsiyên Yemenê kiriye ku “Yekser êrîşên li ser xelkê sivîl û gefên li ser rêyên gemîvaniyê yên navdewletî û gemiyên bazirganî rabiwestînin”.

Roja Înê ya borî agirbesta Xezzeyê di navbera Israîl û Hemasê de bi navbeynkariya Qeter û Misir û Amerîkayê çû di warê bicihanînê de, ku şertê wê lihevkirinê azadkirina revandî û zindaniyan û şandina arîkariyên mirovî ji bo xelkê sivîl ê Xezzeyê bû.