Birêveberên CIA û Mossadê bi Serokwezîrê Qeterê re dicivin

David Barnea
David Barnea

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raportên rojnamevanî, Birêveberê Dezgeha Hewalgirî ya CIA ya Amerîkayî William Burns ji bo danûstandinên li ser lihevkirineke berfirehtir di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de gehişt Qeterê.

Rojnameya The Washington Post parve kiriye, Burns bizavê dike givaştinê bixe ser Hemas û Israîlê ji bo ku danûstandinên xwe li ser lihevguhertina revandî û zindaniyan berfirehtir bikin û mêran û serbazan jî azad bikin.

Ji aliyekî din ve rojnameya The Wall Street Journal ji berpirsekî Amerîkayî û çavkaniyeke haydar parve kiriye ku Birêveberê CIA li Dewheyê bi berpirsên Qeter û Israîlê re danûstandinan li ser berdewambûna azadkirina girtiyan û aliyên din ên şerê Xezzeyê dike.

Amaje daye wê yekê jî ku hatina Burns ji bo Qeterê nîşana giraniya danûstandinan e, herwesa nîşan e ku Birêveberê Mossadê David Barnea jî tevlî wê civînê dibe.

Ajansa Reutersê ji çavkaniyekê ragehandiye ku Birêveberê CIA û Birêveberê Mossadê li Dewheyê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman al Sanî re dicivin ji bo ku agirbesta navbera Israîl û Hemasê ji bo dema 48 seetên din jî bê dirêjkirin.

Wê çavkaniyê eşkere kir ku, berpirsên Misirê jî tevlî wê civînê dibin û sedema lihevkirinê jî dê bê behskirin.

Di demên borî de Tora CNN a Amerîkayî parve kiriye, Birêveberê Hewalgiriya Misirê Ebas Kamil tevlî wan danûstandinan dibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî ragehand, di dema agirbesta destpêkê de ku çar rojan vekêşa, 150 Filistînî ji zindanên Israîlê hatin azad kirin û li beranberî wan 69 revandiyên Israîlê jî hatin azadkirin.