Pentagon: Piştî ragehandina agirbesta Xezzeyê êrîşî hêzên me nehatiye kirin

Çend serbazên Amerîkayî li Îraqê
Çend serbazên Amerîkayî li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand, piştî ragehandina agirbesta Xezzeyê êrîşî hêzên wan li Îraq û Sûriyeyê nehatiye kirin.

Doh roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) amaje da, bi ragehandina agirbestê re û li jêr ronahiya rawestandina operasiyonên serbazî, çalakiyên xwe yên hewalgirî li asmanê Xezzeyê rawestandine.

Wekî ku di ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de amaje pê hatiye dan, her bi destpêka ragehandina agirbesta Xezzeyê re li Îraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên wan nehatiye kirin.

Di eynî demê de Berdevkê Pentagonê Pat Ryder ragehand, hêzên wan bi merema berhingarbûna DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê ne. Herwesa amaje da ku hebûna hêzên wan li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye got, “Em hêvîdar in çi êrîşên din nekin ser hêzên me li deverê”.

Ev di demekê de ye ku, li gor amarên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, ji 17ê meha borî heta niha 61 caran êrîşî hêzên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin, 29 êrîş li Îraqê û 33 êrîş jî li Sûriyeyê bûn.

Agirbesta mirovî ya navbera Israîl û Hemasê li roja 24ê Mijdara 2023ê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê hat bicihanîn. Di dema agirbestê de, Hemasê 81 revandî û Israîlê jî 180 zindaniyên Filistînî azad kirine.