Musena Emîn: Lijneyek bi merema qerebûkirinê serdana Helebceyê dike

Musena Emîn
Musena Emîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Perlemanterekî Îraqê ragehand, xelkê Helebceyê hejmareke maf û qerebûyan li ser Hikûmeta Îraqê heye, herwesa di qanûna zindanên siyasî yên Îraqê de hatiye ku hemî awareyên Helebceyê yên ku awareyî Îranê bûne mafê wê yekê heye mûçeyekî zindaniyên siyasî werbigirin.

Endamê Perlemana Îraqê Musena Emîn di konfiransekî rojnamevanî de got, “xelkê Helebceyê hejmareke maf û qerebûyan li ser Hikûmeta Îraqê heye, yek ji wan girêdayî Wezareta Koç û Koçberan e, taybet ên ku ji Îranê vegeriyane ku mafê wê yekê heye çend milyon dînaran werbigirin, herwesa maf heye parçeyên erdî jî werbigirin”.

Herwesa amaje da, Wezîrê Koç û Koçberan tekez kir ku dê meheke din yanî serê sala bê lijneyekê bişînin, ji bo lêkolîn û wergirtina dozên wan kesan ên ku biryar e wê qerebûyê ji Wezareta Koç û Koçberan werbigirin. Herwesa me jî daxwaz kiriye ku lijneyeke herdemî li vê derê hebe, Parêzgerê Helebceyê jî amadehiya xwe diyar kirine ku hemî arîkariyên lojistî ji dabînkirina cihî û pêdivîtiyên karkirinê heta karmendên hevkar ku li ber destên wan bin, ji bo ku hemî karan ji xelkê Helebceyê re bike.

Herwesa dibêje, “Qerebûyeke din a xelkê Helebceyê heye ku ji aliyê madî ve gelek gelek giring e, di qanûna zindanên siyasî yên Îraqê de, di edilandina sala 2013ê de ku itîraf kiriye hemî awareyên Helebceyê yên ku di dema kîmyabarana Helebceyê de li vê derê bûn û awareyî Îranê bûne, maf heye mûçeyekî zindaniyên siyasî werbigirin û bi serpişkî jî ve, lê ev qanûn heta niha ji bo xelkê Helebceyê nehatiye bicihanîn.