Adnan Selçuk Mizrakli bi 9 sal û 4 mehan hate cezakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî ku ji kar hatibû dûrxistin, bi 9 sal û 4 mehan hate cezakirin.

Li ser daxwaza Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, li Dadgeha Diyarbekirê careke din doza Mizraklî hate vekirin û Mizraklî bi tometa endamtiya rêxistina terorê, bi 9 sal û 4 meh û 15 rojan hate cezakirin.

Adnan Selçuk Mizrakli îro bi riya sîstema SEGBÎS ji Girtîxana Edîrneyê beşdarî rûniştina ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê bû û parêzerên wî jî li dadgehê amade bûn.

Mizrakli tometên li ser xwe red kirin. Parêzerên wî jî îdia kirin ku muwekîlê wan bêguneh e û daxwaza berdana wî kirin.

Mizrakli 23’ê Cotmeha 2019an zîndankirî ye, dadgehê herwiha biryara berdewamiya rewşa zîndankirî ya Mizraklî da.

Adnan Selçûk Mizraklî di hilbijartinên 31 Adara 2019an de wek Şaredarê Diyarbekirê hatibû hilbijartin û bi biryara Wezareta Navxweya Tirkiyê, di meha Tebaxa heman salê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Adnan Selçuk Mizrakli di meha Adara 2020’an de, bi cezaya 9 sal û 4 meh û 15 rojan girtigehê hatibû cezakirin û ew ceza ji aliyê Dadgeha Heremî ve jî hatibû pejirandin. Lê parêzerên Mizrakli doz biribûn Dedgeha Darazê ya Bilind a Tirkiyeyê û Dadgehê biryara ku hatiye dayîn wek hiqûqî nedîtibû û xwestibû ku doz ji nû ve bê destpêkirin.