Şukru Demîrelê 70 salî 35 sal in muxtariyê dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Welatiyekî Diyarbekirî ye ji bav û kalen wî ve muxtarî di malbata wan de wek kevneşopiyekê ye, dixwaze di hilbijartinên herêmî de careke din bibe namzet da ku di dîroka muxtariyetê de cih bigire. Muxtarê temenmezin 35 sal in muxtariyê dike û dibêje heta jiyana wî têrê bike, ewê muxtariyê bike.

Şukru Demîrel, 35 sal in bi dengê dengbêjan dest bi karê xwe dike. Karê wî jî muxtarî ye. Şukru Demîrelê 70 salî li Taxa Sêbîra ya navendî ya Diyarbekirê 35 sal in muxtariyê dike. Muxtarê xwedî ezmûneke girîng e dibêje muxtarî êdî bûye parçeyek ji jyana wî û heta ku ji deste wî tê ew bi hemû pirsgirêkên welatiyan re eleqeder dibe. Şukru Demirel dibêje muxtarî hem di nava malbata wan de kareke pîroz e û hem jî di çanda kurdan de cihê muxtariyê teybet e ku welatî dema nekaribin pirsgirêkên xwe ji rayedarên dewletê rê bêjin bi muxtaran re parve dikin.

Muxtar Şukru Demîrel ji K24ê re got: “Kalikê min muxtarî dikir, bavê min jî muxtarî kir û niha jî ez muxtariye dikim. Muxtariyet cihê xizmetê ye, ez jê hes dikim ku xizmeta xelkê bikim. Çi pirsgirêkên wan hebin têne cem min.”

Şukru Demîrel kolan bi kolan digere guhdariya pirsgirêkên welatiyan dike û balê dikêşe ku muxtarî cihê xizmetê ye û divê nebe qada rikeberiya berjewendiyên takekesî ku ew hêvî dike wekî pirraniya hilbijartinên muxtariyê de hilbijartina bê de jî pevçûn dernekevin. Şukru Demîrel dibêje postê muxtariye ji gelek postan hêjatir e.

Muxtar Şukru Demîrel dibêje: “Muxtariyet ji bo min di ser her tiştî re ye. Niha serokatiya şaredariyê bidine min ez naxwazim. Ez dixwazim muxtariyê bikim. Ez di gelek saziyên dewletê de xebitîm. Ya herî baş muxtarî ye.”

Şukru Demîrelê 35 sal in muxtar e dê di hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an de jî bibe namzet da ku temenê xizmeta xwe bike 40 sal.