Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji koçberên Kerta Xezzeyê re amade dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji bo penaberên Kerta Xezzeyê kom dike û li benda razemendiyên aliyên pêwendîdar dimîne ta ku bi firokeyan bigihîne Kerta Xezzeyê.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Karzan Nûrî ji K24ê re ragihand: “Li ser fermana rasterast a Serok Barzanî û bi çavdêrî û rasperdeya Serokê Bordê Damezrêner a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mesrûr Barzanî, me dest bi komkirina alîkariyên mirovî bo koçberên Xezzeyê kiriye.”

Karzan Nûrî amahe bi wê yekê kir: “Em niha li benda erêkirina aliyên pêwendîdar li Bexda û Misirê ne, ta ku alîkariyan bi riya firokeyan bişînin ji koçberên li Kerta Xezzeyê.”

Ji aliyê xwe ve, Konsolê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Nezmî Hizûrî got: “Serokatiya Destihata Filistînê rêz û spasiyeke mezin ji Serok Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê re heye.Herwiha em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku di van demên dawî de nêzîkî 100 ton alîkariyên bijîşkî, xwarin û cilûbergan pêşkêşî xelkê Xezzeyê kirine.”

Neteweyên Yekgirtî roja 29'ê Mijdarê, wekî Roja Piştgiriya Navdewletî ya ji bo Gelê Filistînê ragihandiye. Li Herêma Kurdistanê jî li ser asta hikûmî, partiyên siyasî, konsol û nûnerên welatan jî wek piştevaniyekê, duhî 29ê Mijdarê serdana Konsulxaneya Filistînê kirin.

Li gorî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê ya ji 7ê Cotmehê de, ji sedî 80ê xelkê Xezzeyê neçar mane ku ji malên xwe derkevin.