Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Konferansa COP28 li Dubay dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Konferansa COP28 a li er guherîna keşûhewayê îro li Dubay dest pê kir û Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tê de beşdar dibin.

Şandeyê K24ê bo Dubey Ammar Necmedîn ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vexwendineke fermî beşdarî Konferansa COP28 dibin.”

Da zanîn jî: “52 saliya dewletbûna Îmaratê ku hevdem e ligel destpêkirina konferansê, dê li Dubay were bibîranîn, Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî wê merasîmê bibin.”

Diyardeya guherîna keşhewayê qeyranek cîhanî ye ku sînorên nnavdewletî derbas dike. Li gorî şarezayan, pêwîstiya wê bi hevkariya navdewletî û hewlên yekgirtî yên hemîyan heye.

COP28 îro 30 Mijdara 2023an, di bin çavdêriya Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li Îmaratê dest pê dike. Rûniştina yekem a COP di Adara 1995 de li Berlînê, Almanya hatibû kirin.

Di konferansê de, bi dehan welat dê li ser çawaniya rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, kêmkirina gazên jehrawî û sînordarkirina germahiya global gotûbêjan bikin, bi armanca gihîştina bi peymanekê.