Rêveberiya Xweser: Taxên Kurdan li Helebê bi karesateke mirovî re rûbirû ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên rêjîma Sûriyê careke din taxên Kurdan li Helebê û koçberên Efrînê yên li herêma Şehba ya li bakurê Helebê xisitine bin dorpêçeke tund û xelkê wan herêman bi karesateke mirovî re rûbirû ne.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku wek taxên Kurdan li Helebê tên naskirin û Herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê ye, ber bi kareseteke mirovî ve diçe. Firqeya 4 a artêşa Sûriyê ji meha Tebaxa 2022an ve xistiya bin dorpêçê, lê di dema dawî de ev dorpêç tund kiriye û rê nade sotemenî û pêwîstiyên sereke derbasî wan navçeyan bibin.

Cîgerê Serokê Rêveberiya Xweser li gundewarê Helebê Cemal Reşîd ji mediya xwcehî re got, ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyeyê û qedexekirina derbaskirina sotemeniyê û kelûpelên sereke bo taxa Şêx Meqsûd, xelkê taxê bi kareseteke mirovî re rûbirû ne.

Reşîd got: “Niştecihên deverên wan hem rastî çewsandina li rêbendên kontrolê yên ewlekariyê tên, hem jî ji baceke giran li ser derbaskirina kelûpelan ferz dikin, hem jî rê nadin gelek kelûpelên sereke derbasî taxê bibin.”

Li gorî Reşîd, di encama dorpêçê de, sotemenî nemaye û hemû xebatên xizmetguzariyê jî rawestiyan, hefteyek e jî elektirîk li ser hemû herêma Şehbayê hatiye birîn.”

Herwiha Reşîd tekez kir jî, ziyana herî giran gihiştiye kerta tendrustiyê ku niha nexweşxane bi tenê pêşwaziya haletên hewarçûnê yên bilez dikin.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.