Berketiyên çekên kîmyayî: Em Kurd in, lewma hikûmeta Iraqê me qerebû nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyayî ye. Rejîma Beis çend bajarok û gundên Herêma Kurdistanê bi van çekan bombebaran kirin û heta niha qurbaniyên çekên kîmyayî nehatine qerebûkirin.

Qurbaniya çekên kîmyayî Adîbe Ebdullah, di dema ku Balîsan bi çekên kîmyewî hatibû bombekirin, du zarokên wê şehîd bûn, ew bi xwe û hevjîn û zarokên wê yên din berketiyên ku bi berdewam henaseya wan teng dibe, çavên wan ber bi korbûnê ve diçin û pêwîstiya wan bi derman û neştergeriyê hene.

Edîbe dibêje: “Her kesê ku bi ber çekên kîmyayî ketibe, li nexweşxaneyê dimîne. Çav, sîng û pişta min her dem diêşin û pompeya bêhnkirinê bikar tînim.”

Herwiha got: “Hemû zarokên min wek min in. rewşa wan ne baş e. Dema ku bi şev têlefonek bo min tê, ez ditirsim û dibêjim, 'Vê carê rewşa wan kê têk çûbe?'

Adîbe û malbata xwe wek şahid, ala Kurdistanê hilgirtin çûn Dadgeha Cezayê ya Giran a Iraqê û li dijî Seddam Husên îfade dan. Herwiha biryar bû ew hemû berketiyên çekên kîmyayî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bihatana qerebûkirin, lê weke ku ew dibêjin: “Ev tenê axaftin e, ji ber ku em Kurd in, tiştek ji bo me nehatiye kirin.”

Berketiyê çekê kîmyayî Elî Şêxe dibêje: “Li Iraqê ti carî serkirdeyekî ku niştimanî be û rêzê li hemû welat bigire, nebûye, hemû dîktator in. Diviyabû hikûmeta Iraqê li gorî biryara dadgehê, qerebûya me bikira, lê ji ber ku em kurd in, nake.”

Rêveberê Giştî yê Wezareta Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Resûl got: “Me gelek hewl dan ku hikûmeta Iraqê qerebûkirina qurbaniyên çekên kîmyayî bide, lê pirsgirêk bûye siyasî.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji 270 milyon dolar zirar dîtiye, divê hikûmeta Iraqê qurbaniyên çekên kîmyayî qerebû bike. Ev doz ji aliyê Dadgeha Tawanên Iraqê ve wek jenosîd hatine naskirin û parlamentoya Iraqê û Kurdistanê jî pesend kirine.”

Di sedsala 20an de zêdetirî 70 cureyên çekên kîmyayî hatine tomarkirin. Jêderên navdewletî dibêjin sarîn heta niha çar caran hatiye bikaranîn; Cara yekem di 16-03-1988 de li Helebce ji aliyê rejîma Sedam Husên ve hat bikaranîn û zêdetir ji 5 hezar sivîl hatin kuştin.