Li Rojavayê Kurdistanê bihayê sobeyan gelek giran bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rewşa aborî gelek xirab e û nirxên kelûpelan bilind bûne. Xelk êdî nikare sotemeniyan bikire û berê xwe dide sobeyên daran.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê û gundên derdora wê, nebûna sotemeniyê û buhabûna nirxê sobeyan bandor li xelkê deverê kiriye û rewşa mirovî xerab hiştiye. Piraniya wan nikarin sobeyan bikrin, lewma berê xwe didin sobeyên daran.

Li gor gotinên sobefiroşan, her tişt li bazaran giran bûye û kereste bi dolarî tên kirîn û firotin. Li beranberî sala derbaz bûyî, nirxê her sobeyekê bi qasî sê heya çar caran zêde bûye û xelkê ku rewşa wan ya darayî baş nebe, nikarin bikrin.

Di gel berdwamiya krîza sotemeniyê û daketina nirxê lîreya Sûriyeyî li beramberî dolarê Amerîkayî, nirxê her tiştî li seranserî Sûriyeyê bi rengekî berçav zêde kiriye.

Li bajarê Qamişloyê jî xelk ji nirxê zêde yê amûrên gerimkirinê dilgiran e û gazinan ji rewşê dike û dibêje: Nebûna sotemenî buha bûne, nirxê sobeyan bandor li wan kiriye û hiştiye rastî gelek astengiyan dibin û ji ber nebûnê piraniya xelkê berê xwe didine sobeyên daran.

Omer El-Ehmed ku yek ji welatiyan e dibêje, “Îsal sobe gelek buha ne. Di sala derbazbûyî de, nirxê sobeyên biçûk 75 heya 100 hezar lîreyan bû lê îsal gihiştiye 500 hezarî. Bilindbûna nirxê wê bi dolarî ve girêdayî ye”.

Hemîd Mihemed ku ew jî yek ji welatiyan e dibêje, “Îro nirxê her sobeyekê gihiştye 600 hezar lîreyan. Gelekî giran e, em nikarin bikirin. Li şûna ez ya mazotê bikirim, ez dê sobeyeke daran bikirim, ji me re baştir e ji ber ku sotemenî giran e”.

Li aliyekî din sobefiroş jî tînin ziman, ew rastî krîzekê hatine ku her tişt bi dolarî tê kirîn û frotin. Buhabûna li bazaran çê bûye barê xelkî giran kiriye û karînên wan nehiştiye ku debara jiyana xwe bikin.

Ebdila Omer ku ew jî sobefiroş e dibêje, “Ev yek di demekê de ye ku niha mûçeyê fermanberên Hikûmeta Sûriyeyê kelegî kêm in û nagihin 15 dolarên Amerîkayî û yê Birêveberiya Xweser jî 80 dolar in û têra wan nakin”.

Piştî şerê Sûriyeyê ku bû sedema wêranbûna aborê wî welatî, niha 90 % ji xelkê wê di bin hêla hejariyê de dijî û rûbirûyî krîzeke aborî ya bizehmet bûye û pêdivîtiyên jiyanê yên sereke li cem wan tune ne û nema dikarin xwestekên xwe rojane bi dest bixin.