Kemal Mihemed Salih: Daxwaza Îraqê li Dadgeha Parîsê reftareke nesaxlem û neaqilanî bû

Kemal Mihemed Salih
Kemal Mihemed Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Weîzrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet ragehand, “Eger peymanên petrolê bi kompaniyan re bên edilandin, divê bi razîbûna kompaniyên petrolê be”.

Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Wezareta Samanên Xwezayî parve kiriye, Kemal Mihemed salih amaje daye wê yekê ku rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi heft milyar dolaran zirar gehandiye Îraqê.

Di eynî demê de Wezîrê Samanên Xwezayî bi wekalet ragehand, “Daxwaza Îraqê li Dadgeha Parîsê reftareke nesaxlem û neaqilanî bû”. Herwesa tekez kir, “Me çi arêşe nînin ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya SOMO bê firotin”.

Herwesa Kwmal Mihemed Salih ron kir, “Banzîn, gazwayîl, gaza malan û gaza taybet a westgehên karebayê û nefta spî bi rêya parzinîngehên navxwe tê berhemanîn”.

Di derheqa danûstandinên Hewlêr û Bexdayê de li ser doza hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Kemal Mihemed Salih eşkere kir, “Hevfehimaneke baş heye û Şanda Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re di danûstandinan de ye û ez hêvîdar im ew bigehin lihevkirinê û dest bi hinardekirina petrolê bikin”.

Herwesa got, “Peymanên Herêma Kurdistanê destûrî ne û di çarçoveya Îraqa Federalî da ne û qanûna xwe ya petrolê û gaze heye”.

Wezîrê Samanên Xwezayî bi wekalet tekez kir, “Min ji Weîzrê Petrolê yê Îraqê re gotiye, neft bi çoi bihayekî bi welatiyên Îraqê tê dan divê bi eynî bihayî bi welatiyên Kurdistanê jî bê dan, ku ew bi xwe litra wê bi 150 dînaran e û biryar e ji bo me bi 250 dînaran bişînin”.