Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê û biryar e sibe tevlî COP28ê bibe.

Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwandina Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm gehişt Îmaratê û biryar e sibe tevlî COP28ê bibe.

Piştî ku gehişt Îmaratê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî ya “X”ê ragehand, “Ez dilxweş im ku ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Îmaratê me”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Piştguhxistina metirsiyên guhertinên keşûhewayê bijarde nîne û divê me wekî gelek û pareke deverê roleke çalak hebe”.

Şandeke Îmaratî û Balyozê Îraqê li Îmaratê pêşwaziya Serokwezîr Barzanî kir ku Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî û çend berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wî re ne.

Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 dê li rojên 1 û 2 ên Berçileya 2023ê li bajarê Dubey bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê bi rê ve biçe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe ku di roja neteweyî ya Îmaratê de ye.

Ev jî di çarçoveya pêşxistina hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna zirarên guhertina keşûhewayê û karkirina civaka navdewletî ji bo geşepêdana berdewam de ye.

Di vê kopîtkê de, behsa wan astengan tê kirin ên ku ji encamê guhertina keşûhewayê rûbirûyî cîhanê dibin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi mêvanên vê kopîtkê re li ser bandorên nerênî yên van guhertinan li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê û welatên cîhanê danûstandinan bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir jî di çend helkeftan de li ser metirsiya guhertina keşûhewayê û bandorên wê yên nerênî li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê bi giştî haydarî dane û ji bo berhingarbûn û kêmkirina gef û metirsiyên guhertinên keşûhewayê li ser cîhanê daxwaza pêşxistina hevahengiyê û arîkariya civaka navdewletî kiriye.