Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi giringî ve tevlî Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Doh êvarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi merema tevlîbûna kar û çalakiyên Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) gehişt Dubey, ku 60 heta 70 serokên welatên cîhanê jî tevlî çalakiyên wê dibin.

Sibeha îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt cihê birêveçûna wê konfiransê û ji aliyê Serokê Îmaratê û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ve pêşwazî lê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi giringî ve tevlî wê konfiransê dibe, nexasime ku giringiyê dide pirsa jîngehê û di kabîneya xwe de jî çend kar û piroje di wî warî de ji bo kêmkirina bandorên nerênî yên keşûhewayê bi cih anîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tebaxa 2021ê biryar da ku şewitandina gazê li tevaya parzinîngehên petrolê yên tevaya Herêma Kurdistanê bên qedexekirin, ku rojane zêdetirî 150 milyon metrên sêcarkî gaz dihat şewitandin û nîgeranî li ser jîngehê çê kiribû, û hikûmetê yekser biryara wî bi cih anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li sala 2023ê berê binyatê ji bo mezintirîn westgeha berhemanîna karebayê bi enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê dana, ku biryar e li sala 2024ê bi temamî dest bi karî bike.

Enerjiya pakij û taybet karkirina bi enerjiya tîşka rojê yek ji wan teweran e yên ku dê li Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Dubey danûstandinan li ser bên kirin.

Armanca Neteweyên Yekgirtî di vê konfiransê de ew e ku pileyên germê li 1.5 rabiwestîne û rêyê nede ku zêdetir bilind bibe, ji bo vê meremê jî bizavê dike welatan pal bide ku enerjiya rojê û enerjiya bayî ji bo berhemanîna karebayê bi kar bînin.