Pareke din a hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) li Dubey

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) de li Dubey hejmareke hevdîtin û danûstandin bi serok û serokwezîr û berpirsên cîhanî re hebû.

Roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) gehişt Îmaratê.

Piştî ku gehişt Îmaratê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê ragehand, “Ez dilxweş im ku ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Îmaratê me”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Piştguhxistina metirsiyên guhertinên keşûhewayê bijarde nîne û divê me wekî gelek û pareke deverê roleke çalak hebe”.