Dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parastina jîngehê û berhingarbûna guhertinên keşûhewayê

Li Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Îmaratê
Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Giringîdana bi parastina jîngehê û guhertinên keşûhewayê yek ji karên pêşiyê yên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, wekî sitratejî pêngavên kiryarkî ji bo parastina jîngeha Kurdistanê û kêmkirina bandorên nerênî yên guhertinên keşûhewayê avêtine û pilanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser astê tevaya wezaret, fermangehên peywendîdar û desteyên jîngehê tên bicihanîn.

Li roja 10ê Tîrmeha 2019ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Perlemana Kurdsitanê karnameya kabîneya nehê xwand û tê de amaje da, “Jîngeha Kurdistanê mezintirîn sermayeya Herêma Kurdistanê ye û em dê ji bo parastina jîngehê û berdewamiya çanda jîngehparêziyê kar bikin. Em dê ji bo bikaranîna sîstemeke pêşkeftî ya rîsaykilê û çareserkirina gilêşî û kêmkirina metirsiyên jîngehê kar bikin”.

Li Tebaxa 2021ê, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku şewitandina gazê li tevaya parzinîngehên petrolê yên tevaya Herêma Kurdistanê bê qedexekirin û yekser ew biryar bê bicihanîn. Ev jî piştî wê yekê hat ku li dû zanyaran rojane zêdetirî 150 milyon metrên sêcarkî gaz dihat şewitandin, lewma ji ber nîgeraniyên jîngehî û bandorên guhertinên keşûhewayê li ser Herêma Kurdisatnê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî ew kar qedexe kir.

Di çar salên borî de bi dirêjahiya şeş milyon metrên ducarkî agirbir ji bo parastina daristanên xwezayî hat çêkirin, herwesa dest bi berhemanîna du milyon şaneyên hingivînî hat kirin û zêdetirî sê milyon darên daristan û baxan hatine çandin û kolana bîrên neqanûnî jî bi rêjeya 90% hatiye kêmkirin. Ji bilî van hemiyan jî, bermayîkên pizişkî bi amûrên taybet tên şewitandin ku rêyê li hatina dûkel û bermayîkên jehrîn bo nav keşûhewayê Kurdistanê digire.

Di kertê karebayê de jî, li Herêma Kurdistanê kareba ji sê çavkaniyên enerjiya pakij tê berhemanîn ku ev in; kombayn saykil, enerjiya rojê û av. Jêrxaneya berhemanîna karebayê bi enerjiya pakij li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20% ya tevahiya karebaya Herêma Kurdistanê ye.

Ji bo zêdetir wergirtina feydeyî ji enerjiya pakij di berhemanîna karebayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Gulana 2023ê berê binyatî ji bo mezintirîn westgeha berhemanîna karebayê bi enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê dana.

Ew piroje bi 100 milyon dolaran û bi şiyana 25 mêgawatan tê bicihanîn, biryar e li sala 2024ê bê temamkirin û dest bi karî bike, ev jî pareke dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye û bikaranîna enerjiya nûbûyî û hêlana sotemeniya berdînî ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema danana berê binyatî yê wê pirojeyê de ragehand, “Ez hêvîdar im ev pêngav ji bo vekirina pirojeyên ji vî rengî li paşerojê bibe destpêkek û li sernaserî bajarên Herêma Kurdistanê bê bicihanîn”.

Li dû texmînan, her yek mêgawata karebayê ku di her seetekê de ji enerjiya rojê tê berhemanîn, rêyê li çûna 350 kîlogramên gaza duyanoksîda karbonê ji bo nav bayî digire. Bi rengekî giştî bi rêya pirojeyên berhemanîna karebayê bi rêya enerjiya pakij, di her rojekê de rê li çûna çar hezar û 800 tonên gaza duyanoksîda karbonê ji bo nav bayê Kurdsitanê tê girtin.

Herwesa kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 100 pondan ji bo vegirtina ava baranê li sernaserî Herêma Kurdistanê çê kirine. Ev pond wekî rizgarkerên avê ji bo mehên havînê kar dikin, zeviyên çandinê û kertê xwedîkirina giyanerweran diparêze û herwesa rêyê li lehiyan û têkdana zeviyên çandinê digire.

Zêdebarî van hemiyan jî, çêkirina bendav û pondan û giringîdana bi zêdekirina rêjeya keskatiyê bi taybet li deverên pîşesazî û pirojeyên weberhênanê ku di qonaxa çêkirinê de ne an jî pêştir hatine temamkirin, bi terxankirina rêjeya pêdivî ji bo keskatiyan, dê bandoreke rasterast li ser jîngeh û keşûhewayê Kurdistanê hebe. Ji bo vê yekê jî, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên pêdivî dane ber xwe.

Li Cotmeha 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeheke pêşkeftî ya rîsaykilîna qîrî li Hewlêrê vekir. Ew kargeh li gor standardên jîngehî yên hevçerx hatiye çêkirin û kargeha yekê ye ji wî rengî li Îraqê û Herêma Kurdistanê dest bi karî dike. Di dema vekirina wê pirojeyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ev piroje pabendbûna hikûmetê li ser parastina jîngehê û çaksaziyên aborî tekez dike.

Li Herêma Kurdistanê di dema jiyê kabîneya nehê de, rêjeya keskatî ji 15% heta nêzî 20% bilind bûye, di eynî demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi bicihanîna pilaneke sitratejî kiriye ku heta sala 2023ê bikarin 100 milyon darberûyan li sinorê parêzgeha Hewlêrê biçînin, di qonaxa niha de zêdetirî 300 hezar darberûyan hatine çandin û pirojeyên ji vî rengî li ser astê Kurdistanê tên bicihanîn û berdewam in jî.

Zêdebarî vê yekê jî, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê şertek danaye ku her xwedî-pirojeyek dema destûrê werdigire, divê rûberê 25% yê pirojeya xwe bike keskatî. Lê ew kesên ew rêjeya pirojeya xwe nekin keskatî, divê tevlî “pirojeya li şûna keskkirin”ê bibin ku divê li şûna pirojeya xwe cihekî din bike keskatî û bi wî şertî ku li bin çavdêriya wan be û giringiyê jî bidinê. Herwesa di bernameyê de ye ku ev piroje dibistan û zanîngehan jî vebigire.

Li sala 2022ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qanûna hejmar 14 pejirand ku girêdayî parastina giyanewerên kûvî û bêserperişt ji serederiyên nesaxlem e. Her di wê salê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qanûna hejmar 4 a girêdayî parastina çavkaniyên avê ji pîsbûna pîşesazî yan guhertina topografî ya destçêkiriya mirovan pejirandiye.