Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bi hev re tevlî COP28ê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hev re li Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Dubey amade bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.

Doh roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) gehişt Îmaratê.