Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li Dubay beşdarî Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî ya li Îmaratê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Îmaratê, îro 1ê Berçile beşdarî vekirina Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê li Dubayê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotûbêj û hevdîtinên wan ên girîng ligel serkirdeyên cîhanê û berpirsên navdewletî yên beşdar di lûtkeyê de hene. Herwiha tekeziyê li ser giringiya rola Herêma Kurdistanê û navçeyê di pirsên cîhanî de, ji wan jî guhertina keşûhewayê, dikin.

Di 28emîn Civîna Bilind a Keşhewayê ya Cîhanî de, pirsgirêkên ku di encama guherîna keşûhewayê de, rûbirû cîhanê dibin tên nîqaşkirin. Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî dê bi beşdarên lûtkeyê re li ser bandorên neyînî yên vê guhertinê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê gotûbêj bikin.