Peyamên Mesrûr Barzanî di roja yekem a Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna xwe ya li 28emîn Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî de ku yek ji girîngtirîn civînên cîhanî yên Neteweyên Yekbûyî ye, di roja yekem a lûtkeyê de, zêdetir ji 30 hevdîtinên girîng bi serkirdeyên cîhanê re pêk anîn Di çend peyaman de jî, armanc û dîtina xwe ya ji bo çareserkirina guherîna keşûhewa diyar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubayê Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de giheşte Îmaratê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî gihîştina Îmaratê li tora civakî “X” ragihand, “Ez kêfxweş im ku ez li Îmaratê me ji bo beşdarî di danûstandinên Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî de. Piştguhkirina metirsiyên guherîna keşûhewayê ne bijardeyek e û wekî gel û beşek ji herêmê, divê rola me ya aktîf hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi destpêkirina lûtkeyê re di peyameke din de jî got, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê pêwîstî bi karê hevbeş heye.

Her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna li 28emîn Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî nîşan da, ji bo careke din tekezî li ser karê girîng yê bi hevkarên xwe re bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke din de ragihand ku di civînên cîhanî yên derbarê guherîna keşûhewayê de, pêşbîniya metirsiyên li ser mirovahiyê kirine û tekez kir jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi hilgirtina û berpirsyariyên xwe û beşdarîkirina di hewldanên navneteweyî de.

Serokwezîr  Mesrûr Barzanî got jî: “Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê îsal di demeke girîng de tê lidarxistin. Gefên guherîna keşûhewayê sînoran nas nakin, ji ber wê jî divê em bi hev re kar ji bo rûbirûbûna wan bibin.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora “X” li ser Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê vîdyoyek belav kir û nivîsî: “Çavê cîhan li me ye, werin da em ji bo bicihanîna wê bibin yek.”

Di 28emîn Lûtkeya Keşhewayê ya Cîhanî de, pirsgirêkên ku di encama guherîna keşûhewayê de, rûbirû cîhanê dibin tên nîqaşkirin. Serokwezîr jî dê bi beşdarên lûtkeyê re behsa bandorên neyînî yên vê guhertinê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêştir di çend boneyan de hişyarî li ser metirsiya guherîna keşûhewayê û bandorên neyînî yên wê li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî dabû û banga pêşxistina hevahengî û hevkariya civaka navdewletî kiribû, ji bo çareserkirin û kêmkirina metirsiyên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê.