Amerîka derbarê êrîşan de peyamekê arasteyî Sûdanî dike

Amerîka daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê dike hêzên Amerîkayê ji êrîşan biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku hêz û navendên leşkerî yên Amerîkayê ji êrîşan biparêze û lêpirsînê derbarê wan êrîşan de bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken duhî Înê pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kiriye.

Diyar kir jî, Blinken ji Sûdanî re got ku divê hikûmeta wî pabendî parastina hemû hêz û saziyên be ku li ser daxwaza welatê wî li Iraqê ne û lêpirsîn bi kesên ku êrîşan pêk tînin re bên kirin.

Wezareta Derve got, Anthony Blinken û Mihemed Şiya Sûdanî li ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de jî gotûbêj kirin û tekez kirin ku divê şer berfirehtir nebe.

Amaje bi wê jî kir kir, Blinken û Sûdanî herwiha rewşa mirovî ya li Xezzeyê û hewlên ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê gotûbêj kirin.

Li gorî Pentagonê, ji 17ê Cotmehê ve, 61 êrîş li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin, ji wan 32 li Sûriye û 29 jî li Iraqê. Herî kêm 59 leşker birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kir jî, di bersivê de jî, Amerîkayê 4 caran ew komên ku êrîş pêk anîne, bombebaran kirin.