Tirkiye: 16 baregehên PKKê li Garê, Metîna, Xakûrk û Qendîlê hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyeyê operasyoneke asmanî li dijî baregehên PKKê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê kir û 16 baregehên wê jinav birin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, roja 1ê Berçile li dijî baregeh, şikeft û komgehên PKKê yên li Garê, Metîna, Xakûrk û Qendîlê operasyoneke asmanî kiriye.

Li gorî amarên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê, wan 16 baregeh, şikeft û komgehên PKKê jinav birine û kesên ku tê de bû jî kuştine.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî amarên şerê meha borî belav kirin û ragihand, çar endamên wan û 124 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe jidest dane.