Li bajaran 9 bajaran 88 bergumanên PKKê hatin binçavkirin

Wêne: AA
Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, di operasyonên li 9 bajaran de, 88 bergumanên PKKê hatine binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, li bajarên wekî Wan, Bidlîs, Sêrt, Mêrsîn, Muxla, Stenbol, Edene, Mêrdîn û Dûzceyê operasyon hatine kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir jî, bi tohmeta endamtetî û alîkarîkirina PKKê, 88 bergûmanên PKKê hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin di lêgerînê da 5 çekên AK-47ê, 7 demançeyên bêmolet, 18 tivingên nêçîrê yên bêmolet û gelek amûrên din hatine desteserkirin.